Tirkiye û Ermenistan ji bo asayîkirina peywendiyan careke din dicivin
Civîna sêyemîn a di navbera nûnerên taybet ên Tirkiyê û Ermenistanê de ji bo pêvajoya asayîkirina peywendiyên her du welatan dê di 3ê Gulanê de li Viyena ya paytexta Awusturya bê lidarxistin.
Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê "Civîna Sêyemîn a Nûnerên Taybet ên Pêvajoya Asayîkirina Peywendiyên Tirkiye-Ermenistanê" de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Civîna Sêyemîn a Nûnerên Taybet ên Pêvajoya Asayîkirina Peywendiyên Tirkiye-Ermenistanê Balyoz Serdar Kiliç û Cîgirê Serokê Parlamentoya Ermenistanê Ruben Rubinyan dê di 3ê Gulana 2022an de li Viyenayê bê kirin."
Civîna yekem a nûnerên taybet ên herdu welatan ji bo asayîkirina peywendiyên xwe li Moskowê, civîna duyemîn jî li Viyenayê pêk hatibû.
Yekemîn hevdîtina asayîkirina peywendiyan di navbera Tirkiyê û Ermenistanê de di 14ê Çileya îsal de li Moskowê hatibû sazkirin.
Di vê civînê de biryar hatibû dayîn ku seferên di navbera Ermenistan û Tirkiyê de ku di sala 2020an de bi dawî hatibûn, ji nû ve dest pê bikin û seferên dualî jî di meha Sibatê de dest pê kirin.
Nûnerên Taybet ên herdu welatan civîna duyemîn a ji bo asayîkirina peywendiyan di 24ê Sibatê de li Viyenayê pêk anîn.
Di vê pêvajoyê de Wezîrê Derve yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bûbû ku di navbera 11-13 Adarê de hatibû lidarxistin.
Rudaw
