3 Leşkerên Tirkiyê di operasyona ser sînorê Herêma Kurdistanê de hatin kuştin
3 Leşkerên Artêşa Tirkiyê di operasyona ser sînorê Herêma Kurdistanê de hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê da xuyakirin, li operasyona Pence-Kilîl ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê, hêzên wan rastî êrişeke roketan hatine.
Li gor agahiyên destpêkê, di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê, hefteyek berê di nava sînorê Herêma Kurdistanê deverên Metîn, Zap û Avaşînê dest bi operasyoneke berfireh kiribû.
K24
