• Tuesday, 24 February 2026
logo

Lijneya Lêkolînê encama êrîşa mûşekiya Îranê ya li ser Hewlêrê aşkera kir

Gulan Media April 26, 2022 Nûçe
Lijneya Lêkolînê encama êrîşa mûşekiya Îranê ya li ser Hewlêrê aşkera kir

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdula ragihand, komîteya lêkolîna rastiyan derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê, lêkolînên xwe bi dawî kirine.

Şaxewan Ebdula ev nûçe ji K24ê re piştrast kir û got: “Wê êrîşê maleke sivîl kiriye armanc û ew ji aliyê ti dezgehekê ve bi kar nehatiye.”

Herwaha got, komîte wê êrîşê şermezar dike û wê bi binpêkirineke aşkere dizane û tekez kir ku divê Îran kesên ziyan dîtine qerebû bike.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê got: “Komîteyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e Wezareta Derve ya Iraqê hemû tedbîran ji bo rêgirtin li dûbarenebûna wan êrişan werbigre.

Amaje bi wê yekê kir ku, komîte tekez dike hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwext bi vê êriş û hebûna baregehên Îsraîlê nehatine agahdarkirin.

 

Basnews

Top