• Tuesday, 24 February 2026
logo

Parlementoya Iraqê li ser êrişên Îran û Tirkiyê li dijî xaka Kurdistan û Iraqê dicive

Gulan Media April 24, 2022 Nûçe
Parlementoya Iraqê li ser êrişên Îran û Tirkiyê li dijî xaka Kurdistan û Iraqê dicive

Parlementoya Iraqê li ser êriş û operasyonên Tirkiye û Îranê li ser xaka Iraq û Kurdistanê dicive.

Biryar e îro li ser daxwaza 50 endamên parlementoya Iraqê, parlemento bi serokatiya cîgirê serokê parlementoyê Hakim Zamilî bicive.

Di civînê de dê behsa mûşekbarana Hewlêrê ji aliyê Îranê ve û operasyonên vê dawiyê yên Tirkiyê li deverên sînorî yên Kurdistanê bên axaftin.

Wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên jî dê beşdarî civînê bibe.

Îranê hebûna MOSSADê kiribû behane û Hewlêr dabû ber mûşekan lê bi gotina berpirsên Iraqî ti belgeyek di destê Îranê de nîne ku vê yekê îsbat bike.

Tirkiye jî ji ber PKKê êrişî deverên sînorî yên Kurdistanê dike.

 

Basnews

Top