Li Şirnexê jinek ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin
Li navçeya Qilebanê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, jina bi navê Berîvan Şengil ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve hat kuştin. Termê wê ji aliyê jinên navçeyê ve bi axê hat spartin.
Li gor zanyariyên Rûdawê bidestxistine li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Qilebanê doh bi şev 21ê Nîsana 2022ê Bêrîvan Şengul a 27 salî û keça wê ya 8 salî xwestin ber bi taxa Ripinê ve biçin, lê hevjînê wê yê berê Metîn Şengîl di rê de bi çifteyê teqe li Berîvan û keça wê kir.
Di encama bûyerê de jina navborî û keça xwe birîndar bûn û bo nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê hatin birin û ji wir jî bo Nexweşxaneya Şirnexê hatin vegushatin. Ji birîndaran Berivan Şengîl tevî hemû hewildanên pizîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Termê Berîvan Şengul piştî karûbarên otopsiyê îro 22ê Nîsana 2022ê li gortistana navçeyê ji aliyê jinên navçeyê û kesûkarên wê ve bi axê hat sipartin.
Hat ragihandin ku hevjînê jina qûrbanî, Metîn Şengil piştî bûyerê reviyaye û polîsên navçeyê ji bo girtina wî dest bi xebatan kirine.
Berîvan Şengil, ji ber tûndûtijiya ji destê hevjînê xwe, derbarê bavê 2 zarokên xwe Metîn Şengîl de doza cûdabûnê tomarkiribû. Herdû hevjînên ku roja 15ê Nîsanê hevdîtibûn, biryar dabûn ku di runiştina 28ê Nîsanê ya wê dozê de bi awayek lihevkirî ji hev cuda bibin.
Rudaw
