Li nav kurdan rewşa tîmên fûtbola jinan
Li nav kurdan tîmên wekî Amedspor, Batman, Wan, Mêrdîn spor her di rojevê de ne lê ji aliyê fûtbola mêran ve. Gelo fûtbola jinan li nav kurdan di çi rewşî de ye? Em hin agahiyan li ser vê belav bikin:
Her çiqas zêde navdar nebe, wekî fûtbola mêran ew qas temaşevanên wan tune bin jî gelek tîmên bajarên kurdan yên fûtbola jinan hene.
JINÊN AMEDSPORÊ LI PÊŞ IN
Ji nav van ya herî navdar tîma jinan a Amedsporê ye. Ev tîm niha di Lîga Super a Jinan de dilîze û di dawiya hefteya sisêyan de bi 6 pûanan piştî Fenerbahçe û Beşîktaşê (her du xwedî 9 pûanan in) di rêza sêyem de ye.
Tîma jinan a Amedsporê roja 13'yê mehê li Kayseriyê tîma Karademir Grup Kayseri Kadin Futbolû bi 3-0 têk bir û vegeriya Amedê.
Di hefteya yekem de jinên Amedsporê li Giresunê tîma Giresunsporê di 45 deqeyan de bi 7-0 têk biribû, tîma Giresunê ji bo dewreya duyem derneketibû maçê. Amedspor di hefteya duyem de li mala xwe li hemberî Fenerbahçeyê bi 3-0 têk çûbû.
Amedspor wê 19'ê mehê Bakirkoy Kadin Ftubolê bike mêvan.
TÎMÊN DIN: HAKKARÎ GUCU, YUKSEKOVA SPOR
Ji tîmên din ên bajarên kurdan li Culemêrgê du tîmên kurdan ên fûtbola jinan hene: Hakkarigucu Spor û Yuksekova Spor.
Di dawiya hefteya sis^yean de Hakkari bi 5 pûanan di rêza 7'an, Yuksekova bi 4 pûnaan di rêza 9'an de ye.
LÎGA SUPER Û LÎGA YEKEM
Wekî fûtbola mêran, li cem fûtbola jinan jî li Tirkiyeyê lîga herî mezin Lîga Super (Suwen Kadin Futbol Super Lîgî) e. Paşê Lîga 1'em tê. Di Lîga 1'em de komên A û B hene. Koma A tîmên derdora Marmaraya Tirkiyeyê digire nava xwe, di Koma B de tîmên din hene.
DU ENTAB, YEK ŞIRNEX Û YEK SÊWREG
Di vê Koma B de ji bajarên kurdan çend tîm hene. Ji Entabê du tîm hene: Gaziantep Safir Spor û Gazikentspor. Ji bilî van ji Sêwrega Rihayê yek bi navê "Siverek Kadin Spor Kulubu" û ji Şirnexê jî yek bi navê "Şirnak Kadin Spor Kulubu" heye.
Di vê lîgê de 8 tîm hene, maçên vê lîgê roja 20'ê vê mehê têne lîstin.
Diyarname
