Li Qoserê jinekê canê xwe ji dest da
Li navçeya Qoser a Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê jina 19 salî ya ku tê îdiakirin hewla xwekuştinê daye, canê xwe ji dest da.
Navê wê jinê Emîne Zorlu û 19 salî bûye û xelka gundê Badîna yê navçeya Qosera Mêrdînê bûye.
Hatiye diyarkirin, Emîne Zorlu xwestiye xwe li kursa taybet qeyd bike lê ji ber rewşa aborî ya malbatê nikaribû qeyda xwe bike, ji ber vê yekê xwe kuştiye.
Hat destnîşankirin ku cenazeyê Emîne Zorlu ji aliyê malbatê ve hat dîtin.
Cenaze ji aliyê tîmên tendirustiyê ve ku piştî demekê li cihê bûyerê amade bûn ji bo otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat rakirin.
Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Rudaw
