DAIŞê li Xaneqînê êrîş kir
Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Diyala ragihand, mayînek bi karwaneke artêşa Iraqê de teqiyaye, di encamê de du leşker hatine kuştin û hejmarek leşker jî birîndar bûne.
Îro 22yê Nîsana 2022yan li derdora navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyala, mayînek bi otomobîleke leşkerî ya Iraqê de teqiya û du leşker hatin kuştin û hejmarek leşker jî birîndar bûn.
Herwiha eşkere kiriye ku bombe li gundê Me'dan ê li derdora navçeya Xaneqînê bi leşkerên Iraqê de teqiyaye.
Beriya teqînê, DAIŞ li vê deverê êrîş kiriye ser xaleke ewlehiyê ya ser bi artêşa Iraqê û li devera Qolay a nêzîkî Xaneqînê, leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
K24
