Gary Kent: Serdana Mesrûr Barzanî gelek girîng bû
Dibêje dem dema hevkarî kirina Kurdan e.
Parlementerê Parlementoya Brîtanyayê Gary Kent ragihand ku serdana Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Brîtanyayê bo pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê gelek girînge.
Gary Kent herwiha eşkere kiriye ku ev demeke dirêje ku Kurd di nava wezareta derve ya Brîtanyayê de xwedan pêgeheke gelek girîngin û Brîtanya gelek girîngî dide Hewlêrê û niha dem dema vê yekê ye ku Brîtanya di her warî de hevkarî û piştîvaniya Kurdan bike.
Weke tê zanîn Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî 4 rojan li Brîtanyayê bû û li gel Serokwezîr û piraniya rayedarên vê welatî civîn û hevdîtinên curbicur pêk anî bû.
