Serokwezîr li gel wezîrê hêzên çekdar yên Brîtanî civiya
Ev sê roje Serokwezîrê Kurdistanê li Brîtanyayê ye.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, piştî beşdarî kirin di semînareke navenda Chatham House de, li gel wezîrê karûbarên hêzên çekdar yên Brîtanyayê James Heappey civiya.
Li gor zaniyariyên destpêkê di civînê de behsa rewş û pêşhatên dawî yên li deverê, metirsî û gefên terorê û liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li dever de hatiye kirin.
