• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Tony Blair civiyan

Gulan Media April 21, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Tony Blair civiyan

Di civînê de behsa rewşa Îraq û Kurdistanê hate kirin.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair civiya.

Di civînê de behsa rewşa giştî ya Îraq, deverê û Kurdistanê hate kirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê abûrî û dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan kir.

Top