Mesrûr Barzanî di Chatham House gotarek pêşkeş kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Londonê li Peymangeha Chatham House beşdarî guftûgoyekê dibe û tê de gotarekê pêşkêş dike û behsa arîşe û astengiyên li pêşiya çaksazîya li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û bi taybet biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê petrola Kurdistanê de dike.
Peymangeha Şahane ya Karûbarên Navneteweyî ya Chatham House, ku di sala 1921 de li Londonê hatiye damezrandin û konferans û panelan li ser bûyerên navneteweyî organîze dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand: “Xweşhal im ku îro em behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi giştî bikin. Ev navçe ji heyama 10 salên borî de, bûye bûyereke girîng li hemû cîhanê. Bûyerên Rojhilata Navîn, ne tenê girêdayî Rojhilata Navîn in, lê belê pêwendiya wê bi hemû cîhanê ve heye. Her çi bûyerên wek şerê DAIŞê, koçkirin û zordarî niha ber bi aramiyê ve diçin, lê belê ev hemû sedem dikin ku em xwe ji bo pêşhatên din amade dikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Heta niha pirsgirêkên bingehîn ên piştî Şerê Cîhanê yê Duyem berdewam in. Van pirsgirêkan hîştiye ku geşbûna navçeyê raweste, hejarî, nedadî, neyeksanî û gendelî belav bibin, ev yek jî nexweşî û nearamiyê zêde dike.”
Barzanî got: “Pirsgirêk ji destpêkê ve, ji piştî dirustbûna dewleta netewî ve, zehmet bû bêne çareserkirin. Iraq ji piştî Sykes – Picot ve ne welatekî serkeftî bû. Niha jî 6 meh in ji piştî hilbijartinên giştî li Iraqê, hewl ji bo hilbijartina Serokomar û Serokwezîr berdewam in, lê heta niha pêk nehatine. Di hemû hilbijartinan de tê dîtin ku hêzên derveyî hewl didin bandorê li ser aliyan bikin, ev jî wiha dike ku berjewendiyên giştî yên niştimanî ji holê radike.”
Ji sala 2004an ve, budce di dema xwe de negihe Herêma Kurdistanê. Hin mehan budce kêm dibe û gelek mehan jî her nehatiye, ev yek jî rêgiriyê li geşbûn û pêşketinê dikin. Ew biryarê ji dadgehê jî derdikevin, bi tevahî siyasî ne. Em dizanin ku lîstikên herêmî çawa tên kirin û dizanin kî li pişt van hewlan e. Biryardan li Bexdayê bi temamî ne serbixwe ye, ev rastiya tehl jî berdewan e.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Li vir dixwazim wek Kurdekî biaxivim, dixwazim dengê min bigihe hemû Iraqiyan û hêvîdar im ku bigihe. Me hemûyan dixwast piştî 2003an, paşerojeke me ya baş hebe û xwe tê de bibînin, lê belê niha rewşa heyî ya em dibînin ne wiha ye, lewma divê em bi wêrekî pirsgirêkan destnîşan û çareser bikin.”
Basnews
