• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Gulan Media April 20, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de bo Brîtanyayê, ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss civiya.

Di civînê de rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û guherînên herî dawî yên navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê, mijarên din ên civînê bûn.

 

K24

Top