• Tuesday, 24 February 2026
logo

Îro çarşema serê Nîsanê ye

Gulan Media April 20, 2022 Nûçe
Îro çarşema serê Nîsanê ye

Cejna çarşema Sor ya Êzidiyane.

Îro çarşema Sor û cejna sersala Êzidiyane û di ola Êzidatî de ev roja han rojeke pîroze û weke cejneke mezin tê pîrozkirin.

Li gor baweriya Êzidatiyê, zemîn di vê rojê de hatiye çêkirin û ev roj jî weke çarşema serê Nîsanê tê nasîn.

Di vê rojê de welatiyên Êzidî gelek hêkan dikelînin û bi rengên curbicur wan reng dikin û ev yek jî nîşaneya rengên ser erdê ne.

Piştî merasîmên cejnê, welatiyên Êzidî hêkên kelandî vediguhêzên ser gorên miriyan û pişt re jî wan li ser hejaran dabeş dikin.
 

Top