• Tuesday, 24 February 2026
logo

Arinç: Enflasyon gehiştibe %60 hûn nikarin xelkê bixapînî

Gulan Media April 17, 2022 Nûçe
Arinç: Enflasyon gehiştibe %60 hûn nikarin xelkê bixapînî

 Serokê Berê yê Parlamentoya Tirkiyê Bulent Arinç dibêje, eger enflasyon gehiştibe %60 hûn nikarin xelkê bi gotaran kêfxweş bikî û bi axaftinan bixapînî.

Bulent Arinç ku yek ji damezrênerên AK Partiyê ye, êvara roja Şemiyê 16ê Nîsana 2022ê beşdarî bernameyekî taybet bi fitarê bû ku ji aliyê Serokatiya Rêxistina AK Partî ya Manîsayê ve hatibû organîzekirin.

Arinç li wê derê gotarek pêşkêş kir û derbarê giranbûna jiyanê de got: “Nabe wê yekê nebînin ku AK Partî jî rûbirûyê hinek pirsgirêk bûye. Li Tirkiyê civak ji ber rewşa aborî rûbirûyê hejmarek pirsgirêk bûye.”

Arinç got: “Di warê aborî de pirsgirêk hebe, hêza kirînê kêm bûbe, bihayê lîreyê Tirkî daketibe, her roj bihayê pêdiviyan bê zêdekirin, enflasyon gehiştibe %60, hûn nikarin xelkê bi gotaran dilxweş bikî û bi axaftinan bixapînî. Em rastiyê dibînin û pirsgirêkê çareser dikin.”

Arinç herwiha got: “Bi baweriya min ew pirsgirêkên di dema borî de çêbûne her ji aliyê hikûmetên AK Partiyê ve tên çareserkirin. Xelk ti wextî ji AK Partiyê qut nebûne. Belê, AK Partî heye, van hemû pirsgirêkan çareser dike.”

 

Rudaw

Top