• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ciwanekî Kurd kuştin

Gulan Media April 17, 2022 Nûçe
Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê ciwanekî Kurd kuştin

Li ser sînor hatiye kuştin.

Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li ser sînorên navbera Başûr û Bakûrê Kurdistanê êrîşî ser ciwanekî Kurd xelkê Bakûrê Kurdistanê kirin û wî kuştin.

Di destpêkê de hatibû diyarkirin ku kesê kuştî welatiyê Başûrê Kurdistanê ye, lê Birêveberê nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî diyar kir ku ti şêniyeke herêma Kurdistanê nehatiye kuşti û kesê ku hatiye kuştin xelkê gundê Mawnan ya li Bakûrê Kurdistanê ye û di dema ku ji Başûr vegeriyaye Bakûr li nêzî sînor hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê êrîşî ser wî kirine û wî kuştine.

Ev ciwanê Kurd nave xwe Tehsîn Omere.

Top