Li Reqayê mamosteyek bi destê hevjîna xwe hat kuştin
Li Badiyeya Reqayê termê kesekî ji aliyê şivanan ve hat dîtin, piştre diyar bû ku mamosteyê dibistaneke Reqayê ye û ji aliyê hevjîna xwe ve hate kuşti.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, li Badiyeya Reqayê termê kesekî ji aliyê şivanan ve hatiye dîtin, piştre diyar bûye ku kesê kuştî mamosteyê dibistaneke Reqayê bûye û 25 roj e wenda ye.
Dema lêpirsîn derbarê kuştina wî mamosteyî de hat kirin, hevjîna wî itîraf kir ku ligel du ciwanan wê ew kuştiye.
Mamosteyê hate kuştîn koçberê gundê Kefir Eyn ser bi başûrê Idlibê ye.
Li gor çavdêrên peywendîdar di dema dawî de, li seranserê Sûriyê rewşên kuştina li nav malbatan zêde bûye, bi gotina heman çavkaniyê nebûna ewlekariyê û cîbicînekirina yasayan dibin sedema tawanên wiha.
