• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Qiyame ya mesîhiyan peyamek belav kir

Gulan Media April 17, 2022 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Qiyame ya mesîhiyan peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna Qiyame peyamek pîrozbahiyêbelav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi peyamekê cejna Qiyame li mesîhiyên Kurdistanê pîroz kir. Peyama wî wiha ye:

Hatina cejna Qiyame ya hezretî Mesîh (Silavên Xwedê lê bin) bi germî û ji dil li tevaya xûşk û birayên me yên Mesîhiyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku ev cejne xweşî û bexteweriyê bi xwe ra bîne, aramî û aştî perên xwe bi ser mirovatiyê de rakêşe û hemû vê cejn û bihnvedanan bi aramî derbas bikin.

Bi vê helkeftê, em tekîdê li ser parastina kultûra pêkvejiyan û lêborînê ya di navbera tevahiya pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistan û Iraqê de dikîn ku dîroka hevbeş me bi hev re girê dide.

Em bi rêz li berhevî, rol û pêgeha xûşk û birayên xwe yên Mesîhî dinêrin ku wek pêkhateka dêrîn û resen a civaka Kurdistan û Iraqê bi dirêjahiya dîrokê beşdariyeka çalak di binyatnan, parastin û pêşvebirina welat da heye

Em hêvîdar in ku cejn û helkeftên bê di rewşeke baştir de pîroz bikîn û em hemû, bi hemû pêkhateyan ve, dest li nav dest, wek bira û yekrêz, bi berpirsiyariya hevbeş, bi hev re ji bona niha û paşerojeka baştir ji bo gel û welatê xwe kar bikîn û bi hêvî û umêd ve li paşerojê binêrîn.

Cejna Qiyame li hemûyan pîroz be, hemû sal bi xêr û xweşî be.

 

basnews

Top