• Tuesday, 24 February 2026
logo

Bijîşkeke Kurd li Swêdê dest ji pîşeya xwe berda û tevlî siyasetê bû

Gulan Media April 17, 2022 Nûçe
Bijîşkeke Kurd li Swêdê dest ji pîşeya xwe berda û tevlî siyasetê bû

Li Swêdê keça Kurd Koçer Weledbegî, piştî çendîn salan ji xebata pîşeya xwe ya bijîşkiyê li nexweşxaneya herî mezin a Swêdê, dest ji karê xwe berda û tevlî siyasetê bû. Ew keça Kurd dixwaze hevahengiyekê di navbera jinên Herêma Kurdistanê û Swêdê de pêk bîne.

Koçer Weledbegî alayên Kurdistan û Swêdê danîne ser sîngê xwe û di civîna nûnerên Partiya Sosyal Demokrat  a Seranserî ya Swêdê de beşdar e.

Koçer Weledbegî keçeke Kurd a xelkê devera Hewraman e û piştî çendîn salan ji xebata pîşeya xwe ya bijîşkiyê li nexweşxaneya herî mezin a Swêdê, dest ji karê xwe berdide û tevlî siyasetê dibe.

Weledbegî ji K24ê re diyar kir: “Min biryar da pîşeya xwe ya bijîşkiyê berdim û ez dixwazim di nava siyasetê de bi cûreyeke din xizmetê bikim, min dît jinên ku li Swêdê dijîn, gelek kêm diçin ji bo pişkinîna jinane, bi taybetî penceşêra rehm, ez dixwazim bêhtir lêkolînê li ser vê mijarê bikim û di vî warî de alîkariya jinan bikim.”

Herwiha got: “Rast e Swêd yek ji welatên pêşketî ye di mijara jin û wekheviya pîşeyê de, lê wekheviya di wergirtina mûçe û hinek tiştên din de zilm li jinan tê kirin, weke mînak; jinek di karê xwe de 5 heta 10 kron ji mêran kêmtir werdigrin.”

Koçer Weledbegî li ser hilbijartina karê siyasetê eşkere kir: “Ez ji malbateke mezin im, em berdewam di nav siyasetê de bûn, dayîk û bavê min siyasetmedar bûn, piştre min jî li Brîtanyayê karê siyasetê dikir. Em dixwazin karekî bikin ku pêwendiyên navbera jinên Kurdistan û Swêdê bihêz bibe.”

 

K24

Top