• Tuesday, 24 February 2026
logo

HPGê û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

Gulan Media April 16, 2022 Nûçe
HPGê û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

HPGê ragihand, gerîlayên wan li Avaşînê li hêzên Tirkiyê da û di encamê de 3 leşker hatin kuştin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî dibêje, zivistana îsal di encama êriş û operasyonên wan de, 339 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ku baskê serbazî yê PKKê ye, derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HPGê, hêzên wan ên YJA Starê roja 13ê Nîsanê demjimêr 18.13, li `Girê Şehîd Dilgeş` ku dikeve herêma Avaşînê, “bi xurtî” li hêzên artêşa Tirkiyê da.

HPGê ragihand, di encamê de 3 leşkerên artêşa Tirkiyê hatin kuştin û “2 çeper û sîstemeke mobesse hatin jinavbirin.”

Herwiha HPGê diyar kir, artêşa Tirkiyê rojên 13 û 14ê Nîsanê “Girê Cûdî, Girê FM, qadên Karker, Cehennem, Şikefta Birîndaran, Kurojahro, Şehîd Şahîn û Şehîd Rustem” ên li herêma Zapê bi firokeyên bombebaran û topbaran kirin.

Li aliyê din Wezareta Navxwe ya Tirkiyê jî derbarê operasyon û êrişên li dijî PKKê de daxuyaniyek belav kir.

Artêşa Tirkiyê di heyama zivistanê de bi navê “Eren û Eren-Zivistan” li herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê operasyon li dijî gerîlayên PKKê dabûn destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dibêje, di encama wan êriş û operasyonên hêzên wan de 339 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û hêzên wan dest bi ser "gelek" teqemenî û kelûpelên serbazî de girtine.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku hêzên wan heta 1ê Cotmehê, 9 hezar û 159 operasyon plan kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de hatiye ragihandin ku wan ji bo werza Bihar û Havînê di bin navê “Abluka (Dorpêç)” de operasyonên nû dane destpêkirin û ew dê êriş û operasyonên xwe berdewam bikin.

HPGê heta niha amareke giştî ya şer û pevçûnên heyama zivistanê belav nekiriye.

 

 

Rudaw

Top