Amerîka: DAIŞ û grûpên ser bi Tirkiyê Kurdan dikin armanc
Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora xwe ya mafên mirovan a 2021ê ya di derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de belav kir. Di raporê de hat ragihandin ku DAIŞ û grûpên ser bi Tirkiyê Kurdan dikin armanc.
Rapora Wezareta Derve ya Amerîka ya Mafên Mirovan a 2021ê hat belav kirin û tê de behsa rewşa li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike, dibêje grupên çekdar ser bi Tirkiyê ve di îşkencekirin û revandina Kurdan de berdewam e.
Herwiha di raporê de hat diyarkirin ku Hikûmeta Sûriyê û DAIŞ bi berdewamî welatiyên Kurd dikin armanc.
Di beşeke din a raporê de hat desnîşankirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kesan ku rexne lê digrin tên girtin.
Naveroka Wezareta Derve ya Amerîkiya wiha ye:
Hikûmeta Sûriyê
Hikûmeta Beşar Esed û grûpên çekdar ser bi Tirkiyê ve û DAIŞ welatiyên Kurd Armanc kirine.
Hizba Beis û Elewiyan hersê desthilatên Sûriyê, Artêş û dezgehên istixbaratê control kirine.
Ti nûnerêkî Kurdan li Parlemna Sûriyê nine û ji aliyê Beis ve hatiye kontrolkirin.
Rejîma Sûriyê berdewam e li ser sînordarkirina bikaranîna zimanê kurdî û belavkirin û çapkirina bi Kurdî.
Kurd çi yên xwedî nasname yan jî ewê ku nine, rûbirûyî cudakarî û serkutkirina fermî û civakî dibin.
Hikûmet, opozisyon û DAIŞ berdewam bûn li ser girtin, îşkencekirin û kuştina Kurdan.
Grûpên ser bi hikûmeta demkî ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, dest bi girtin, lêdan û revandina jinên Kurd li Efrîn û Serê Kaniyê kiriye.
Hejmareke zêde ya Kurdên Sûriyê bê nasname ne û zarokên wan nikarin bawernameyên dibistan, zanîngehan bidest bixin û nayên damezrandin.
Grûpên Çekdar
Ti sînorekî diyarkirî ji bo hêzên cuda nine û bi awyaekî bêserûber destwerdanê li Karûbarê serbazî de dikin.
Şam, Opozisyon û DAIŞ dijayetiya Kurdan dikin.
Grûpên ser bi Tirkiyê ve, 237 kes girtine, 133 kes heya niha winda ne, di nava wan de jin û zarok hene.
Grûpên çekdar kesên kudi saziyên Rêveberiya Xweser de kar kiribin yan jî peywendî bi HSD re hebin, digirin.
Hikûmeta demkî Lêkolîn li tawanên dizîna otombîlan û heya kuştina welatiyan nekiriye.
Sîstema dadwerî ya hikûmeta demkî ji aliyê Tirkiyê ve tê destnîşankirin û mûçeyên wan jî bi lîreya Tirkî ye.
Çekdarên ser bi Tirkiyî gefa stendina bac li xelkê Efrîn û Serê Kaniyê dikin, xelkê direvênin û îşkence dikin.
Belge hene ku grûpên ser bi Tirkiyê binpêkirinên dijî mafên mirov weke destdirêjiya seksî û corên din encam dane û ev tawanên şer in.
Jinên Êzdî û Kurd, li cem hikûmeta demkî sivkatî bi awayekî herî xirab tê kirin.
Grûpên çekdar av li ser Heseke qut kirine
HSD
Li aliyê di di rapora Wezareta Derve ya Amerîkiya de hat ragihandin ku HSDê çalakvan û karmendan rêkxistinên ne hikûmî û kesên din ên ku rexneyan lê digirtin, tên desteserkirin.
Rudaw
