Li Silêmaniyê erdhej qewimî
Vê sibê erdhejeke bi hêza 2.9 pile, 19 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê Silêmaniyê rûda.
Li gor zanyariyên ku li malperên cîhanî yên keşnasî û erdhejê hatine belavkirin, erdhej di demjimêr 06:19ê de li nêzîkî nahiya Erbet a ser bi parêzgeha Silêmaniyê qewimiye.
Hat ragihandin ku erdhejê 19 kîlometre dûrî başûrê rojhilatê bajêr, di kûrahiya 11 kîlometreyan de rûdaye.
K24
