• Tuesday, 24 February 2026
logo

Welatiyekî Herêma Kurdistanê bi biryara interpolê li Tirkiyê hat girtin

Gulan Media April 15, 2022 Nûçe
Welatiyekî Herêma Kurdistanê bi biryara interpolê li Tirkiyê hat girtin

Li navçeya Marmarîsê ya ser bi parêzgeha Muglayê ya Tirkiyê ve, welatiyê Herêma Kurdistanê yê bi navê Mîran Osman hat desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, li navçeya Marmarisê karmendê şaredariyê Ali Eren, li parkekê çenteyekî ku bi dolar û lîreyên Tirkî têde ne dibîne û ji bo ku bigihîne xwediyê wê, çente radestî polîsan dike.

Polîs di encama lêkolînan de tespît dikin ku çente yê welatiyekî Herêma Kurdistanê yê bi navê Mîran Osman e û li qereqolê radestî wî dike, lê piştî ji rewşa wî guman dike derbarê wî de lêkolînê dide destpêkirin.

Di encama lêkolînê de tê zanîn, ku Swêdê bi tohmeta “madeyên hişbir” di rêya interpolê re derbarê Mîran Osman de biryara girtinê derxistiye.

Li gor medyaya Tirkiyê, hêzên polîs di operasyonekê de Mîran Osman di villaya ku lê dima desteser kirin. Hatiye ragihandin ku di operasyonê de 2 çekên bê molet û nasnameyeke bi navê Rawa Majid jî hatine dîtin û dest bi ser de hatiye girtin.

Mîran Osman, piştî wergirtina îfadeyê li rêveberiya ewlekariyê bo dadgehê hat şandin û bi biryara dadgehê hat girtin.

 

Rudaw

Top