• Tuesday, 24 February 2026
logo

Wezareta Pêşmerge ligel Şêwirmendê Hêzên Hevpeymanan civiya

Gulan Media April 13, 2022 Nûçe
Wezareta Pêşmerge ligel Şêwirmendê Hêzên Hevpeymanan civiya

Wezareta Pêşmerge ragihand, Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Rêveberê Çaksaziyê yê Wezareta Pêşmerge civiyan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Rêveberê Çaksaziyê Emîdê Endezyar Nebez Selah ligel Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê Todd Burroughs civiyan û Burroughs piştevaniya xwe ji bo hejmarek projeyên çaksaziyê yên li Wezareta Pêşmerge car din anî ziman.

Wezareta Pêşmerge diyar kir, di civînê de li ser projeya stratejîk a ragihandin û hişyariyê ya li Wezareta Pêşmerge gotûbêj hat kirin, ku bi    hevahengiya tîmên çaksaziyê û Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariya Niştimanî birêve diçe.

Herwiha Wezareta Pêşmerge eşkere kir, projeya yekkirin û rêkxistina hemû hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, hat gotûbêjkirin.

 

K24

Top