• Tuesday, 24 February 2026
logo

Zelensky: Ti hêviyek tune ye ku Rûsya şer rawestîne

Gulan Media April 12, 2022 Nûçe
Zelensky: Ti hêviyek tune ye ku Rûsya şer rawestîne

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky dibêje, ti hêviyek tune ye ku Rûsya şer rawestîne û amadekariyê dike ji bo êrîşeke din, rêya yekane ew e ku Rûsya ji bo rawestandina şer were neçarkirin.

Volodimir Zelensky di axaftinekê de bo Parlamentiya Koreya Başûr ragihand, li Mariupol bi hezaran kes hatin kuştin, herwiha ji Koreya Başûr daxwaz dike ku alîkariyên serbazî bide Ukraynayê.

Zelensky dibêje: “Maruipol wêran bûye. Bi deh hezaran kes li wî bajarî hatin kuştin. Tevî vê yekê jî Rûsya êrîşên xwe ranawestîne.”

Herwiha eşkere kir: “Rûsya dixwaze bajarên din jî weke Mariupol bike. Dabînkirina alîkariyên serbazî ji bo Ukraynayê, ne tenê jiyana xelkê rizgar dike û em bajarên din jî pê rizgar bikin, di heman demê de rêgirî li dagirkeriyên Rûsyayê li bajarên din jî dike.”

Serokê Ukraynayê dibêje: “Ti hêviyek tune ye ku Rûsya êrîşên xwe rawestîne. Serkirdetiya Rûsyayê naxwaze şer rawestîne, yekane rê ew e ku Rûsya were neçarkirin ji bo rawestandina şer.”

Zelensky eşkere kir: “Em hîn jî bi temamî hejmara kuştiyan nizanin. Ji bakur heta başûr bombebaran û êrîşên Rûsyayê berdewam in û ew amadekariyê ji bo êrîşeke din dikin, da ku morala Ukrayniyan bişkînin.”

Herwiha diyar kir: “Zanyariyên me hene ku dagirker bi hezaran serbaz û çek kom kirine û dixwaze êrîş bike.”

 

K24

Top