• Tuesday, 24 February 2026
logo

Şandeke Îranê li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê civiya

Gulan Media April 12, 2022 Nûçe
Şandeke Îranê li gel serkirdeyên Herêma Kurdistanê civiya

Şandeke Îranê li Hewlêrê li gel Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî civiya.

Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand roja 10ê Nîsanê  şandeke Îranê bi serpereştiya Balyozê berê yê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer li Hewlêrê hevdîtinan pêk aniye.

Li gor daxuyaniyê şanda Îranê ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Hat ragihandin di hevdîtinan de şanda Îranê ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kir û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îran kirin.

 

Rudaw

Top