• Tuesday, 24 February 2026
logo

Di pevçûna du cîranan de 14 kes birîndar bûn

Di pevçûna du cîranan de 14 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber pevçûna navbera du cîranan, 14 welatî birîndar bûn. Bûyer şeva borî 11ê Nîsana 2022ê li Taxa Konuklu ser bajarokê Xelîliye çêbû, destpêkê di navbera çend cîranan de nîqaş derdikeve, piştre dibe şer û bi dar û keviran êrîşî hev dikin û di encam de 14 kes birîndar dibin.

Çendîn car e şer di navbera van cîranên nakok de derketiye, lê vê carê nayê zanîn nîqaş û şer ji ber çi çêbûye, lê ji ber şer mezin bûye û bi dar û keviran êrîşê hev kirine, hêzên polîs gehiştine cihê bûyerê, ew belav kirine û şer bi dawî kirine.

Tê gotin ku dema polîs digihin cihê bûyerê, camên otomobîlên polîsan hatine şikandin û gelek zerar gehiştiye otomobîlan.

Ji bo kontrolkirina rewşê polîsan tedbîrên emnî yên dijwar wergirtine û çar kes hatine desteserkirin. Di nav birîndaran de sê jin hene û rewşa yek ji birîndaran xirab e.

 

Rudaw

Top