Li Îdirê 2 kes hatin kuştin
Li parêzgeha Îdirê di nav zeviya ku 4 kîlometreyan durî bajarokê Xalfelî yê ye termê du kesên ku bi çekê hatîn kuştin, hat dîtin.
Li gorî agahiyan kesek dema ku di vê deverê re derbas dibû dibîne ku cenazeyê du kesan li erdê ye, dema diçe ser cenazeyan dibîne ku ev her du kes bi çekê hatine kuştin. Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê ji rewşê agahdar dike.
Piştî lêkolînan derdikeve holê ku ev termê Kemal Kaya yê 34 salî û Yaşar Karadagê 33 salî ne.
Bi bihîstina bûyerê re xelkê bajarok ber bi vê deverê ve çûn. Tê gotin ku ev zeviya kesê bi navê Yaşar Karadag e.
Di derbarê bûyerê de dozgeriyê dest bi lêpirsîneke berfireh kiriye.
Rudaw
