Hewlêr – Ew zilamê ku kurê xwe kuştibû hat girtin
Roja 10.04.2022yê li taxeke bajarê Hewlêrê zilamekî kurê xwe kuşt û îşev hate girtin.
Rêveberê polîsê Hewlêrê Emîd Dilêr Necar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew zilamê ku kurê xwe kuştibû hat girtin.’’
Polîsê Hewlêrê îro êvari aşkera kir, duhdemjimêr 5:30ê êvari rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê hat agahdar kirin ku bûyerekî kuştinê li taxa Zagros pêkhatiye û demildest tîmeke polîsê rêveberiya polîsê parêzgeha Hewlêrê bi armanca lêkolînê geheşt cîhê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.
Hat ragehandin di lêkolînê de derketiye ku kesê bi navê Helkewt K.B yê temen 31 salî hatiye kuştin û piştî dûvçûn û kom kirina zanyariyan derket ku navborî ji aliyê bavê xwe yê bi navê K.B yê temen 55 salî ve, li ser pirsgirêkekî malbatî hatiye kuştin.
Basnews
