• Tuesday, 24 February 2026
logo

Ji Demirtaş hat pirsîn; Kurd dê dengê xwe bidin Mansur Yavaş?

Gulan Media April 11, 2022 Nûçe
Ji Demirtaş hat pirsîn; Kurd dê dengê xwe bidin Mansur Yavaş?

Rojnamevanê Tirkiyê, Candaş Tolga Işik ragihand bi rêya parêzerên xwe ji Selahattin Demirtaş pirs kiriye ka gelo Kurd di hilbijartinên serokatiyê de dê dengê xwe bidin Mansur Yavaş û Demirtaş di bersivê de ragihandiye, “Em dê bibînin ka ew dê di berbijêriya xwe ya serokomariyê de li gor navan tevbigere yan li gorî prensîban.”

Bernamegerê TV100 Candaş Tolga Işik îro li ser twîtera xwe ragihand, ku wî ji Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş ku niha li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, derbarê wê yekê de pirs kiriye ku, di hilbijartinên serokatiya Tirkiyê de “Gelo Kurd dê dengê xwe bidin Mansur Yavaş”, şaredarê Enqerê yê niha an na.

Candaş Tolga Işik diyar kiriye, Demirtaş di rêya parêzerên xwe re bersiva pirsê daye.

Li gorî rojnamevan Işik, bersiva Demirtaş a li ser pirsa wî bi vî awayî ye:

“Em dikarin piştgiriyê bidin namzetekî ku belgeya helwesta HDP'ê ya di Îlona 2021'an de hat ragihandin qebûl bike, xwedî kapasîte, niyet û dilpakiya wan prensîban be û bi ser bikeve. Em dê binêrin ka ew dê di berbijêriya xwe ya serokkomariyê de li şûna navan bi prensîban tevbigere yan na. Herwiha eger partiya me li gorî geşedanan biryarekê bide, dikare min wek berbijêr nîşan bide, lê eger heta wê demê ez di warê siyasî de qedexe bim û di girtîgehê de bim, dibe ku vekişîna ji bo berbijêrekî were rojevê. Ev hemû eger in, dema roj were dê bên nirxandin û nîqaşkirin.

Helbet Hevpeymaniya Millet dê berbijêrê xwe diyar bike, ne mimkûn e ku em di xala navê de li ser wan ferz bikin. Lêbelê, heke berendam ji bo raya giştî ya berfireh bibe berendamek hevpar, ez difikirim ku ew dê van pîvanan di dema destnîşankirina berendamê de li ber çavan bigirin. Lê belê ez bi xwe hewl didim ku birêz Ekrem bişopînim, tevî hemû zextan jî heta ji destê wî tê hewl dide xizmetê bike û serkeftî be. Ez hewil didim bi qasî ku pêkan be pêşwaziyê bikim, û ez dibînim ku li Anatolyayê hevreha wê ya civakî heye. Ji ber ku we bi taybetî ew navan pirsîn, ez vê yekê diyar dikim, nexwe dê Hevpeymaniya Millet biryara xwe li ser berbijêriyê bide. Em dê li bendê bin û bibînin, lê ez dîsa jî berbijêr im, ez îdiaya xwe diparêzim.”

 

Rudaw

Top