• Tuesday, 24 February 2026
logo

Di navbera Rêveberiya xweser û hêzên rejîmê de alozî derketin

Gulan Media April 11, 2022 Nûçe
Di navbera Rêveberiya xweser û hêzên rejîmê de alozî derketin

Dorpêçên ser taxa Şêx Meqsûd jî berdewamin.

Li gor zaniyariyên berdest, duhê li bajarê Qamîşlo di navbera hêzên ser bi Rêveberiya xweser û hêzên rejîmê de alozî derketine û jiber aloziyan rêya balefirxaneyê hatiye daxistin.

Ji aliyeke din ve dorpêçên hêzên rejîmê li ser taxa Şêxmeqsûd ya Helebê jî ku taxeke Kurdiye didomin û duhê jî welatiyên Kurd li dijî dorpêçên han dest bi xwepîşandaneke berfire kiribûn.

Top