• Tuesday, 24 February 2026
logo

Lêkolîvanekî Iraqî: Zêdebûna êrişên DAIŞê ji ber alozbûna rewşa siyasî ye

Gulan Media April 11, 2022 Nûçe
Lêkolîvanekî Iraqî: Zêdebûna êrişên DAIŞê ji ber alozbûna rewşa siyasî ye

Lêkolînvanekî Iraqî dibêje, zêdebûna êrişên terorîstî yên DAIŞê ji ber alozbûna rewşa siyasî ya Iraqê ye.

Lêkolînvanê Iraqî Muhened Cenabî ji BasNewsê re got, DAIŞ alozbûna rewşa siyasî û mijûlbûna aliyên siyasî bi pirsgirêkên siyasî wek derfet bikar tîne bo êrişên terorîstî, her wiha valahiya ewleihyê jî bo xwe bihêzkirin û wergirtina bacê ji xelkê bikar tîne.

Muhened Cenabî her wiha got, eger ev rewş berdewam be dê ziyanên mezin bigehîne Iraqê ji ber wê jî divê aliyên siyasî di pêkanîna hikûmeta nû de lezê bikin.

Ev çend roj in DAIŞê dîsa dest bi zincîre êrişên terorîstî li hinek deverên Kurdistanî û Iraqê kiriye.

 

 

Basnews

Top