• Tuesday, 24 February 2026
logo

Wezareta Şaredarî: Nêzîkî 300 milyon Dînar ji bo Silêmaniyê hat terxankirin

Gulan Media April 11, 2022 Nûçe
Wezareta Şaredarî: Nêzîkî 300 milyon Dînar ji bo Silêmaniyê hat terxankirin

Wezareta Şaredarî û Geştûguzar ragihand, bi mebesta nûjenkirina kolanên çend taxên bajarê Silêmaniyê, razemendî ji bo xerckirina nêzîkî 300 milyon Dînar li ser plana sala 2022an hat dayîn.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Şaredarî û Geştûguzar, razemendî li ser xerckirina (299.997.500) Dînar hat dayîn ji bo nûjenkirina hin kolanên têkçûyî yên çend taxên bajarê Silêmaniyê.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê hat dayîn, ev plan dê bandora wê li ser bilindkirina asta xizmetguzariyên wan taxên Silêmaniyê hebe û herwiha dê asankariyê ji bo çûnûhatina welatî û ajokeran bike.

 

K24

Top