• Tuesday, 24 February 2026
logo

Sûriye; Di êrîşeke DAIŞê de 4 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin

Gulan Media April 11, 2022 Nûçe
Sûriye; Di êrîşeke DAIŞê de 4 çekdarên ser bi Îranê hatin kuştin

Li nêzîkî bajarokê Suxne li rojhilatê bajarê Himsê yê Sûriyê, di êrîşeke çekdarên DAIŞê de bo ser pêgeheke çekdarên ser bi Îranê ve 4 çekdar hatin kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, li nêzîkî bajarokê Suxne yê li rojhilatê bajarê Himsê yê Sûriyê, çekdarên DAIŞê êrîşek li dijî pêgeheke çekdarên ser bi Îranê ve pêk anîn.

Di êrîşê de 4 çekdarên ser bi milîsên Îranê ve hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyê, piştî êrîşa çekdarên DAIŞê bo ser pêgeha çekdarên ser bi Îranê ve li nêzîkî bajarokê Suxne, li bajarê Tedmurê li naverasta Badiyeya Sûriyê hêzên hikûmetê û grûpên ser bi Îranê ketin amadebaşiyê.

Hat ragihandin ku piştî bûyerê Îstixbaratê Sûriyê li bajarokê Suxne 3 çekdarên hêzên Berevaniya Niştîmanî ya ser bi artêşa Sûriyê ve bi tohmeta sîxuriya di berjewendiya DAIŞê de girtine.

 

 

Rudaw

Top