DAIŞê êrişî gundekî Kerkûkê kir: Kuştî û birîndar hene
Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî Kerkûkê kirin, çend kes kuştin û çend kes jî revandin.
Îro di dema fitarê de çekdarên DAIŞê êrişî gundê Dogişman li nahiya Taze ya Kerkûkê kirin.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.
Tê gotin ku 3 kes jî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin.
Basnews
