Ji ber hişkahiya li Afrîkayê 15 milyon kes li ber xelayê ne
Li nîvgiraveke ya li bakurê rojhilatê Afrîkayê ji ber hişkayiya ev demek dirêj e bi bandor e, nêzî 15 milyon kes bi metirsiya xelayê re rû bi rû ne.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) derbarê hişkayiya li welatên Afrîkayê de daxuyanî da û bal kişand ser krîza mirovahî ya li herêmê.
Di daxuyaniya Rêxistina Koçê ya Navneteweyî de hat gotin ku li welatên dikeve bakurê rojhilatê Afrîkayê, ji ber hişkayiya ku ev demek dirêj e bi bandor e, nêzî 15 milyon kes bi metrisiya xelayê re rû bi rû ne û hat gotin ku metirsî herî zêde li Kenya, Somalî û Etiyopyayê heye.
IOM dibêje, ligel hişkayî, şer û pevçûnên dibin, rewşa coranayê ya neyînî li ser aboriy, û kuliyên gihaxwar krîza xurekê dijwartir kirine.
Li rojhilatê parzemîna Afrîkayê ji salên 1980yî vir ve hişkesaliya herî tund îsal tê dîtin û ji ber vê hişkahiyê nêzî 13 milyon kes di xelayê de ne. Herwiha ji ber heman sedemê li Kenya, Somalî û Etiyopyayê bi milyonan kes bi hêviya dîtina av û çêreyê bo ajelên xwe bi mecbûrî malên xwe terk dikin.
Rudaw
