• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Qersê ji ber helîna berfê lehî rabû

Li Qersê ji ber helîna berfê lehî rabû

 Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber helîna berfê û rabûna avê gelek mal û axur di bin avê de man.

Li bajarê Qersê piştî helîna berfê û barîna baranê beşek vî bajarî di bin avê de maye. Li taxa aydinlikevler ya qersê derdora 100 xanî û bi dehan tevlên merûmalatî di bin avê de mane. Jêrzemînên xaniyan bûne gola avê û keda xelkê di avê de çûye. Zerara her maleke digehe derdora 100 hezar lîreyan.

Hemwelatî Besê Budak dibêje “Me tiştê xwe hemû danîbû jêrzemînê lê av hat û her tişt di bin avê de ma. Xwarina me hemû çû. Em mexdur bûne aniha tiştek nîne em bixwin.”

Cerkez jî xelkê vê taxê ye. Bi gotina wî nîva şevê ji nêşkêve avê daye bin xaniyan. Wî jî weke cîranên xwe bi derfeta xwe av ji mala xwe derxistiye lê kelûpelê nav malê zerereke mezin ditîye.

Hemwelatî Cerkez Yoruklu got “Tevlên me û jêrzemînên xaniyên me hemû çûn. Tiştek nema. Xwedê kêmasiya wan bide me. Tên taxa me nanekî belav dikin û diçin.”

Tehsîn karasu jî di temenê xwe yê 65 salî de li navenda Qersê hemaliyê dike. Lê di şevekê de hemû mal û milkê wî di bin avê de maye û ew jî li benda alikariyê ye.

Hemwelatî Tehsîn Karasu diyar kir “We zerer û ziyana min dît. Ez kesekî hemal im. Bi salan min ji xwe re kar kir lê îsal aha tufaken hat û tiştekî min nema.”

Bi gotina xelkê vê taxê sedema lehiyê cûka avê ya rêveberiya karûbarê avê ye ku xelk dibêje bi salane ew daxwaza başkirina çûkûçûbaran dikin lê kesê destê xwe dirêjî vê taxê nekiriye.

Hemwelatî Rahîm Erzer ragihand “Hê min hemû hisaba xwe nekiriye lê xuyaye ku zêdetirî 100 hezar lîre zerera min heye. Ez daxwazan qerebûyê dikim. Bila dewlet zirara min bide.”

şaredariya navendî ya qersê ku berê serokê wê ji listeya HDPê Ayhan Bilgen bû niha bi destê parêzgarê qersê weke qeyyum tê bi rêve birin. Parêzgar naxwaze pirsên me berpirsîvîne ew jî di demekê ye ku xelkê qersê bi giştî gazindeya nebûna xizmetguzariyan dikin.

 

Rudaw

Top