Kurdistan û Yûnanistan di sektora geştyariyê de pêwendiyên xwe berfireh dikin
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê li welatê Yûnanistanê ye.
Seroka Desteya Geştûguzariyê Emel Celal ji K24ê re ragihand, di civînan de behsa vekirina xeta firokevaniyê di navbera Herêma Kurdistanê û Yûnanistanê de û plana hevbeş kirine.
Emel Celal destnîşan kir: “Me ligel Wezîrê Geştûguzariyê û Wezîrê Veberhênanê tekezî li ser wê yekê kir ku divê kompaniyên me yên hevbeş grûpên geştyariyê biguherînin.”
Seroka Desteya Geştûguzariyê eşkere kir: “Em ligel rayedarên Yûnanî axivîn ku veberhênana Yûnanistanê bînin Kurdistanê û veberhênana geştyariyê bikin, ji ber ku ezmûna wan a baş di turîzmê de heye, em bi danîna pêwendiya jêrxana sektora geştûguzariyê ji aliyê şiyana mirovî û hemecûrkirin û bazarkirinê, dikarin ji wan sûdê werbigrin.”
K24
