Balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê dema ragirtina geştên esmanî dirêj kir
Roja 07.04.2022yê rêveberê giştî yê balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragehand ku ragirtina geştên balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê, heta demjimêr 03:00yê ber bi sibehê roja Înê jî hatiye dirêj kirin û piştî demjimêr 3yê ber bi sibehê biryarê dê bidin gelo dê geştên esmanî asayî bibin an dê ragirtî bimînin.
Îro êvari rêveberê balefirgeha Hewlêrê ji BasNewsê re ragehandibû ku ji ber barîna axê geştên balefirgehê heta asayîbûna rewşê geştên esmanî ragirtine.
Basnews
