Li Tel Avîvê êrîşa çekdarî: 2 kesan canê xwe ji dest dan
Li paytexta Îsraîlê bajarê Tel Avîvê di encama êrîşeke çekdarî de 2 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Radyoya Artêşa Îsraîlê, di encama gulereşandina li Cadeya Dîzengoff a li navenda bajêr de 2 kesan canê xwe ji dest dane.
Servîsa Hawarçûnê ya Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawûd diyar kir ku di encama êrîşê de 8 kes birîndar bûne.
Piştî êrîşê tîmên polîsan gihîştine cihê bûyerê û tîmên Stêrka Sor a Dawûd ambulans şandine herêma ku êrîş lê hat kirin.
Di daxuyaniya rayedarê polîsên Îsraîlê Yakub Shatbay de hat ragihandin ku bûyer 'êrîşeke terorîstî' ye û êrîşkar Raad Hazim ê 29 salî yê şêniyê kampa penaberan a Cenînê di mizgefteke taxa Cefa de hatiye kuştin.
Di 22-29ê Adarê de li bajarên cuda yên Îsraîlê di sê êrîşên cuda de bi giştî 11 Îsraîliyan canê xwe ji dest dabûn.
Di 22ê Adarê de li bajarê Birusseba ya li başûrê Îsraîlê di encama êrîşeke bi kêran de 4 Îsraîliyan canê xwe ji dest dabûn. Hatibû diyarkirin ku êrîşkar alîgirê DAIŞê ye û berî niha ji ber sûcên têkildarî ewlekariyê ketiye zindanê.
Li bajarê Haderayê jî, êvara 27ê Adarê du êrîşkaran gule li polîsan reşandibûn, 2 polîs miribûn û 3 jî birîndar bibûn. DAIŞê êrîşa li dijî polîsên Îsraîlê girtibû ser xwe.
Êvara 29ê Adarê li bajarê Benî Barak a li rojhilatê Tel Avîvê jî di encama êrîşekê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn ku yek ji wan polîs bû.
Rudaw
