Demirtaş: Piştî hevdîtina ligel Davutoglu em ji Enqerê çûn Kobanî
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di 11emîn rûniştina dadgehê de ya li ser dosyeya bûyerên Kobanî ragihand ku piştî ligel serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu hevdîtin pêkanîne, ji Enqerê çûne Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê.
Roja Sêşemê 5ê Nîsana 2022ê li dadgehê şahidhalekî bi navê Kerem Gokalp îdîa kir ku “eger daxuyaniyên Demirtaş nebûna bûyerên Kobanî nediqewimîn û kes nedihat kuştin” û derbarê serdana Kobanî de pirsyar ji Demirtaş kir.
Demîrtaş pirsî, “Kîjan daxuyaniya min bû sedema derketina wan bûyeran?” Demirtaş ew tohmet red kirin û got: “Wê demê li Washingtonê bûm, bilez vegeriyam. Piştî em ligel Davutoglu civiyan ligel Kamuran Yuksel em ji Enqerê çûn Kobanî.”
Piştî wergirtina îfadeyan, 11emîn rûniştina dadgehê ya li ser bûyerên Kobanî ku ji 28ê Adara îsal ve destpê kiriye û li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê birêve diçe, bo roja Pêncşembê 7ê Nîsanê hat paşxistin.
Bûyerên Kobanî ku di rojên 6-8ê Cotmeha 2014an de qewimîn, wek hinceteke serekî ya girtina HDPê tên behskirin. Piştî ku DAIŞê di sala 2014an de êrîşî Kobanî kir, HDP û hejmarek partiyên din ên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta wê demê ya Tirkiyê kirin, rê bo şandina çek û hevkariyên din ên serbazî ji Tirkiyê ve bo şervanan bide, lê Enqerê red kir.
Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê xwepêşandanan destpê kir û alozî çêbûn, hikûmetê jî qedexeya çûn û hatinê ragihand. Tevlîhevî û alozî zêde bûn û di encam de 46 sivîl û polîs hatin kuştin, 682 kes ji xwepêşander û polîsan birîndar bûn, 323 kes hatin desteserkirin û hezar û 113 avahî jî hatin şewitandin.
Hikûmeta Tirkiyê roja 4ê Çileya 2016an operasyoneke berfireh bo ser HDPê da destpêkirin û hevserok û hejmareke zêde ya parlamenterên wê partiyê hatin desteserkirin û piştre bi biryara dadgehê hatin girtin. Di dosyeya bûyerên Kobanî de hevserokên berê yên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag jî ligel 108 endam û berpirsên HDPê tên dadgeh kirin ku 22 ji wan niha girtî ne.
Yekemîn rûniştina dadgehê li ser wê dosyeyê piştî derbasbûna şeş salan di ser wan bûyeran re roja 26ê Nîsana 2021ê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê li Enqerê hat kirin.
Rudaw
