• Tuesday, 24 February 2026
logo

Bi fermana Serokwezîr ji sedî 50 erzanî di nirxê elektrîka firinan de hat kirin

Bi fermana Serokwezîr ji sedî 50 erzanî di nirxê elektrîka firinan de hat kirin

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar da, bi rêjeya %50 erzanî ji bo nirxê elektrîka firin û nanpêjan were kirin.

Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ku vê êvarê sêşemê 5ê Nîsana 2022yan belav kiriye, ragihand; ev biryar piştî hevdîtina rasterast a Serokwezîr ligel nûnerên firin û nanpêjan hat.

Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di wê hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî lipeyçûn ji bo kêşe û daxwazên firin û nanpêjan kir.

Ofîsê eşkere kir, ev biryar hewldaneke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo rûbirûbûna giranbûna bihayê ard li bazarên cîhanê.

Li gor biryara Serokwezîr, aliyên pêwendîdar hatine raspardin ji bo cîbicîkirina biryarê, da ku bargiraniya li ser xwediyên firinan û nanpêjan were kêmkirin.

Top