Li Kerkûkê ew keça dixwast xwe bikuje hat rizgarkirin û gihîşt mirazê xwe
Li Kerkûkê ew keça ku dixwast ji derdê evînê xwe bikuje, hat rizgarkirin û gihîşt evîndarê xwe.
Îro li Kerkûkê keçikek çûbû ser pirekî û dixwast xwe di pirê de bavêje û bikuje lê bi alîkariya xelkê û hêzên polîs keçik hat rizgarkirin.
Berpirsê polîsê Kerkûkê, Emîd Kawe ragehand, piştî rizgarkirina keçkê ew bi malbatên her du aliyan re civiyan û malbat razî bûn ku her du evîndar bigehîjin mirazê xwe û bi hev re bizewicin.
Rudaw
