Tirkiyê otomobîleke serbazî ya HSDê bombebaran kir
Droneke Tirkiyê îro otomobîleke Encûmena Leşkerî ya Suryanî li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û HSD dibêje, fermandarekî Encûmena Leşkerî ya Suryanî û wergerê wî birîndar bûne.
Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, droneke Tirkiyê îro otomobîleke Encûmena Leşkerî ya Suryanî ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD ve li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di êrîşê de fermandarekî Encûmena Leşkerî ya Suryanî yê bi navê Orom Marokî birîndar bûye.
Navenda Ragihandinê ya HSDê jî derbarê êrîşê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Droneke ser bi dagîrkeriya Tirkiyê ve otomobîlek li bajarokê Til Temir kir armanc ku endamê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî Orom Marûkî têde bû.”
HSDê diyar kir, Orom Marûkî “bi şandeke Rûsya re diçû stasyona elektîrkê ya Til Temirê ku rastî bombebarana Tirkiyê hatin, di encamê de Marûkî û wergêrek birîndar bûn.”
Li gor zanyariyan, balafira Tirkiyê herwiha stasyona elektrîkê ya bajarê Til Temirê jî bombebaran kiriye û di encamê de elektrîka bajar qut bûye.
Tirkiyê heta niha derbarê vê êrîşê de ti daxuyaniyek nedaye.
Rudaw
