• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hevpeymaniya Dewleta Yasa daxwaza vekirina rûpeleke nû dike

Hevpeymaniya Dewleta Yasa daxwaza vekirina rûpeleke nû dike

Hevpeymaniya Dewleta Yasa ya bi serokatiya Nûrî Malîkî daxwaz ji aliyan dike, sûdê ji meha Remezanê werbigirin û rûpeleke nû vekin.

Serokê Fraksiyona Dewleta Yasa Etwan Etwanî di daxuyaniyekê de daxwaz ji aliyan kir, sûdê ji meha Remezanê bibînin ji bo nakokiyên xwe bi dawî bikin û rûpeleke nû ji bo gelê Iraqê vekin.

Serokê Fraksiyona Dewleta Yasa daxwaz ji aliyan kir jî, kar ji bo pêkanîna hikûmeteke bihêz bikin.

Biryar e jî Çarçoveya Hevahengiyê şandekê bi serokatiya Nûrî Malîkî pêk bîne ji bo ligel aliyan pirsa pêkanîna hikûmeta nû guftûgo bike.

Ev yek di demekê de ye, biryar bû Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) roja 30 Adara 2022an ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê biciviya, lê parlemanterên Çarçoveya Hevahengiyê û hin perlamenterên nêzîkî wê beşdar nebûn û rêjeya yasayî a parlamenteran kom nebû.

 

 

K24

Top