Li Kerkûkê xortekî Kurd di êrîşa çekdarî de hat kuştin
Duh danê êvarê li taxa Pencaelî ya Kerkûkê xortekî Kurd di nav otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat û hat kuştin.
Li gor agahiyên K24ê, ew xort ku tê gotin kadroyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye û navê wî Rêber Mihemed e, dema di nav otomobîla xwe de bûye matorekî nêzîkî wî bûye û bi demançê li wî daye û kuştiye.
Heta niha nayê zanîn ew xortê Kurd çima hatiye kuştin, ji ber wê jî polîs dest bi lêkolînê kiriye.
K24
