Piştî kontrolkirina bajarekî Ukraynayê 20 term li ser cadeyan hatine dîtin
Li cadeyeke bajarê Bucha yê li bakurê rojavayê Kîeva paytexta Ukraynayê, termên 20 kesan ku cilûbergên sivîl li wan bûn, hatine dîtin.
Hikûmeta Ukraynayê ragihand, piştî kontrolkirina bajarê Bucha ji aliyê artêşa Ukraynayê, termê 20 kesên sivîl li cadeyan hatin dîtin, ji bilî wê jî avahiyên bajêr bi temamî wêran bûne.
Medyayên cîhanê diyar dikin, di çend rojên borî de hêzên Rûsyayê li derdora Kîevê dest bi vekişînê kirine, ji wan deverên ku hêzên Ukraynayê kontrol kiriye, bajarê Bucha bû.
Roja 24ê Sibata 2022yan, Rûsya ji sê aliyan ve dest bi êrîşên bejahî û esmanî li ser Ukraynayê kir û zêdetirî mehekê ye şer û pevçûna di navbera artêşên Rûsya û Ukraynayê de berdewam in.
K24
