Iraqê rekora 50 salî şikand: Di mehekê de bi bihayê zêdetirî 11 milyar dolaran neft firot
Wezareta nefta Iraqê ragehand, wan di meha Sibata îsal de zêdetir 100 milyon bermîl neft firotine.
Wezareta nefta Iraqê ragehandiye, di meha Sibata îsal de Iraqê 100 milyon û 563 hezar bermîl neft firotiye.
Wezaretê daye zanîn, dahata wê nefta ku hatiye firotin, 11 milyar û 70 milyon dolar bûye ku di 50 salên borî de zêdetirîn dahat e.
Li gorî amarên wezareta nefta Iraqê, Iraqê bi navgînî rojane 3 milyon û 244 hezar bermîl neft hinarde kiriye.
Pisporên aborî dibêjin, yek ji sebebên zêdebûna dahata nefta Iraqê giranbûna neftê ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê bûye û sebeba din jî zêdebûna hinartina Iraqê ye.
Basnews
