Li Norvecê Manora Bersiva Sar
Manora artêşa NATOyê ye li navçeya çiyayî ya bajarê Narvîkî li Bakurê Norvec. 5 pile di bin sifrê de manoreke hevbeş a bi navê Bersiva Sar 22 li cihên zehmet li nêzîkî cemserê Bakur dikin.
Di manorê de manore bi hezaran leşkerên welatên endamên hevpeymaniya NATOyê li hev dicivîne, daku karê hevbeş di keşûhewaya sar de li zemîn, esman û deryayê de tecrube bikin.
Fermandarekî NATOyê got "Gotineke me heye dibêje, eger tu ji vê rewşê rizgar bibe, tu yê her tiştê din derbas bike. Ev jibo rahatina li gel jîngeh, keşûhewa, erdnîgarî û pêdiviyên ku hene. Herwiha ji bo havahengiyê ye dinavbera van welatan de ."
Ev manora NATOyê di demekê de ye ku bêhtir ji mehekê ye êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê destpê kiriye.
Di heman dem de Rûsya dibêje ew çalakiyên xwe yên leşkerî li Kîevê kêm dike, lê baweriya NATOyê bi wê yekê nayê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg "Gelek caran Rûsya derbarê niyete xwe de nerast axivî ye. Tenê em dikarin li ser kiryarên Rûsya biryara xwe bidin, ne li ser axaftinên wê."
Norvec sala di sala 1949an bû endama NATOyê û ji her du salan carekê mêvandariya manûra Bersiva Sar dike.
Îsal nêzîkî 30 hezar leşker ji 27 welatên Endamên NATOyê ji Ewropa û Amerîka Bakur di vê manure de beşdar dibin.
Rudaw
