Li Helebê 3 keçên kurd ji aliyê PKKê ve hatin revandin
Li bajarê Heleb yê Sûriyê 3 keçên kurd ji aliyê PKKê ve hatin revandin.
Aktîvîstê kurd yê Rojavayê Kurdistanê, Mistefa Şêxo ji BasNewsê re got, endamên rêxistina PKKê ya bi navê Ciwanên Şoreşger li taxa Şêx Meqsûd ya Helebê 3 keçên kurd revandin.
Mistefa Şêxo her wiha got, ew keçên han li ber deriyê dibistanê hatine revandin. Me tenê navê yekê zanî ew jî Rusel Mihemed Şêxo û 16 salî ye.
Wî aktîvîstê kurd da zanîn jî, çekdarên PKKê ew keça kurd birine kampeka xwe li bajarê Minbicê.
Çend roj berê jî çekdarên PKKê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê keçikek kurd revandibûn û heta niha nayê zanîn birine kuderê.
Basnews
